Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de, roja 1'ê Kanûnê saet 16:45'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî qereqola Serêkanî û leşkerên ku rêya leşkerî çêdikirin, 2 çalakî pêk anîn.
Hêzên me li ser rêya qereqola Serêkanî, li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê ji 2 baskan ve çalakî kirin. Bi derbên giran wesayit bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, di çalakiyê de 4 sîxur û kontrayek hatin kuştin.
Hêzên me di heman demê de li qemyoneke artêşa TC a dagirker a dagirker xistin ku li ser sînor rêya leşkerî çêdikir. Di çalakiyê de qemyon hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi obus, hawan û tankan herêm da ber bombeyan.
2. Roja 2'ê Kanûnê (îro) saet 9'an, hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin û di encamê de çeper hate rûxandin, 2 leşkerên tê de hatin kuştin.
1'ê Kanûnê saet 12:30'î jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlîkanê dan. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
3. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 1'ê Kanûnê saet navbera 20:30-21:30'î qadên Şukê û Şatanosê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê û derdora gundê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.
4. Di daxuyaniya xwe ya 1'ê Kanûna 2018'an de me ragihandibû ku roja 29'ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a Heftanînê hevaleke me şehîd bûye.
Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye:
Kod Adı: Zilan Qamışlo |
Zilan – Zilan Sarık
Di daxuyaniya 30'ê Mijdara 2018'an de me diyar kiribûn ku roja 29'ê Mijdarê li herêma Zapê hevalekî me şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Botan Bêrîvan Nav paşnav: Mûstafa Bûldûş Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Asiye-Haci Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2018'an / Zap
|
Botan – Mustafa Bulduş
5. Di daxuyaniya 28'ê Mijdara 2018'an de me ragihandibû ku roja 24'ê Mijdarê li navçeya Qilaban a Şirnexê di çalakiyên dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Gernas Cûdî Nav paşnav: Dara Huso Cihê jidayikbûnê: Hesekê Dayik-Bav: Pelvîn-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2018'an / Qilaban |
Gernas – Dara Huso
Nasnav: Hemîn Sine Nav paşnav: Mîlad Ezîmî Cihê jidayikbûnê: Sine Dayik-Bav: Meryem-Mahammed Alî Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2018'an / Qilaban |
Hemin – Milad Ezimi
Her çar hevalên me di emrê ciwantî de tevlî nava refên partiyê bûn, hewl dan ji aliyê gerîlatiyê ve xwe şareza bikin, ruhê xwe yê fedayîtî û danheviya xwe bi kîna di dilê xwe de kirin yek û li dijî dijminê mêtinger şer kirin. Esareta gelê Kurdistanê yê qedîm û dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekirin, berê xwe dan çiyayên azad û ji bo vê xeleta esaretê parçe bikin bi dil û can hewl dan. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi ser bixînin.
2'ê Kanûnê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê