HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 23’ê Îlonê saet 06:30’î li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê girêdayî Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bicih bibûn çalakiyek kirin.

Di çalakiya ji 3 baskan ve li çeper û kozikên leşkeran hatin dayîn de, gelek çeper hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a piştî çalakiyê ya bi obûs û hewanan ya ketober şewat bi bax û baxçeyên welatiyên herêmê ketine.

2. 22’yê Îlonê hêzê nem li dijî leşkerên li Girê Elemûn ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di çalakiya bi bandor li çeper û kozikên leşkeran hate xistin de, kozikek, konek û nonteynirek bi tamamî hatiye rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatine kuştin.

3. 22’ê Îlonê saet 19:00’an artêşa Tirk, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li derdorî gudnê Zengasor ê girêdayî naçveya Lîce ya Amedê dest bi operasyonekê kiriye. 23’ê Îlonê saet derdorî 00:10’î balafirên şer û helîkopteran qada operasyonê bi dijwarî bombe kiriye. Piştî bomberdûmanê balafirên skorsky leşker li herêmê danîne, şer di navbera hêzên me û wan de derketiye. Di vî şerê ku gelek leşker hatin kuştin û birîndarbûn de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.  2 hevrêyên me yên heta guleya xwe ya dawî li dij dijmin şer kirin, ji bo dîl neyên girtin bombeyên xwe li ser xwe teqandine û şehîd bûne. Wê piştre nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi raya giştî re bê parvekirin. Ev operasyona dagirkeriyê heman rojê saet 03:00’an ji qadê vekişiyane.

 

24’ê îlonê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê