HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Roja 25'ê Nîsanê saet 10:40'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 3 çeperên dijmin û çekeke A4 hatin rûxandin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

 2. 25'ê Nîsanê saet 09:40'î, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Rahîme yê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirin. Bi derbên xurt 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

3. Roja 25'ê Nîsanê saet 08:30'î hêzên me li qereqola Kiryareş xistin ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Di vê çalakiyê de derb li 2 wesayitên sewqiyata leşkerî dikirin û konteynerekê hate xistin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dijmin piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

4. Roja 25'ê Nîsanê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê, saet 12:00 heta saet 13:00 derdora Zergelê, qada Bedirxan û gundê Bêpalan ên herêma Qendîlê, saet 12:30'î qada Adilbeg a herêma Avaşînê û saet 13:00 jî mintiqeya Kaniqirêj a herêma Xakurkê bûn hedefa balafirên şer.

 

26’ê Nîsanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG