Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 17’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Kitekitên çalakiyan wisa ne;
Saet di 08.40’an de hêzên me li dijî dagirkerên Lêlkanê yên Sidekana Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin hatine rûxandin û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Hêzên me yên YJA-Starê saet di 09.30’an de li dijî artêş Tirk a dagirker ya li Qada Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî ya Reo hatiye îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obûs û hawanan li qada çalakiyê daye.
Saet di 19.00’an de hêzên me li Girê Koordîneyê yê Çelêya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 7 cihan li çeperan dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin gelek çeperên dijmin hatine rûxandin û herî kêm 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan qad bomberdûman kiriye.
2. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger a li Eyaleta Serhedê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Kitekitên van çalakiyan wisa ne;
Di 28’ê Tîrmehê de li ser rêya Bazîd-Îdîrê hêzên me konvoyek xistine bin kontrola xwe ya ku endamên îstîxbaratê tê de bûne. Hêzên me di heman rojê de saet di 10.30’an de li dijî wesayîta bi navê Amarok çalakiyeke sabotajê li dar xistine ya ku endamên îstîxbaratê tê de bûne. Ev wesayît îmha bûye û 5 endamên îstîxbaratê mirine. Hêzên me li wesayîtên din ên konvoyê jî dane. Li vê derê 2 leşker hatine kuştin û leşkerek birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Kobra mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
Di 15’ê Tebaxê de saet di 19.00’an de hêzên me li dijî girekî ku ewlehiya qereqola Kevirê Şamiyê ya li Tendûrekê pêk dianî, çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
3. Di 14’ê Tebaxê de hêzên me li bajaroka Komurê ya Semsûrê li dijî kana mermerê ya ku bi dijmin re dixebite, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me hemû karkerkên kana mermerê hişyar kirine û 13 wesayîtên li kana mermerê şewitandine. Piştî çalakiyê dema ku wesayîta Kobra hatiye mudaxeleya çalakiyê hêzên me li dijî wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta Kobra îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî van çalakiyan artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.
Di 16’ê Tebaxê de hêzên me li dijî yekîneyên dijmin çalakiya sabotajê ya duyemîn li dar xistine. Di vê çalakiyê de jî gelek leşker mirine û birîndar bûne. Ev operasyon hê jî didome.
4. Artêşa Tirk a dagirker di 5’ê Tebaxê de li derdora gundê Dallitepe ya Çewlikê operasyonek daye destpêkirin. Di 6’ê Tebaxê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şerekî giran pêk hatiye. Piştî şer helîkopterên artêşa Tirk a dagirker herêm bomberdûman kiriye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 hevalên me piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.
Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Delila Çiya Nav Paşnav: Ceylan Bugan Cihê Bûyinê: Qers Navê Dê û Bav: Besra – Tayyar Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik |
Delila – Ceylan Buğan
Nasnav: Dersim Perî Nav Paşnav: Aydın Atar Cihê Bûyinê: Çewlik Navê Dê û Bav: Meryem – Alî Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik
|
Dersim – Aydın Atar
Navê Kod: Rojen Azad Nav Paşnav: Pervîn Diler Cihê Bûyinê: Erzirom Navê Dê û Bav: Sevîm – Rufet Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik
|
Rojen – Pervin Diler
5. Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 17’ê Tebaxa 2018’an me gotibû 6’ê Tebaxê li navçeya Nazimiye ya Dersimê, li qada Deştê di navbeyna yekîneyeke me ya gerîla û leşkerên dijmin de şer derketiye û di encama şer de hevalekî me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.
Agahiyên nasnameyê şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Zagros Bahoz Nav Paşnav: Ali Ete Cihê Bûyinê: Mêrdîn Navê Dê û Bav: Bese – Mehmet Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Dersim
|
Zagros – Ali Ete
6. 17’ê Tebaxaê balafirên şer ên artêşa TC’ê êrîşeke hewayî biriye ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoweyê di navbeyna saet 11.00 û 12.00’an de bi ser herêma Qendîlê ve Tepê Hîva, girê Savaş, Dola Zergelê û derdora gundên Bokrîskanê û saet 12.00’an jî geliya Bazê ya herêma Merîna bombe kirine.
18’ê Tebaxê 2018
Navenda Rahihandinê ya Çapemeniya HPG’ê