Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Roja 31'ê Tebaxê saet 20:30'î hêzên me li Girê Lêlîkan ê herêma Bradost a Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker çalakiya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
Roja 2'ê Îlonê saet 07:10'an cara duyemîn hêzên dagirker ên li Lêlîkanê bûn hedefa hêzên me. Ji çar baskan ve li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tespîtkirin.
Heman rojê hêzên me saet 10:30'î li girê Şehîd Mûnzûr ê nêzî Girê Xwedê yê herêma Barzanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
2. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker serê vê sibeyê (3'ê Îlonê) derdora saet 3'an bombe li derdora gundê Kevnê Mijê yê navçeya Amediyê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê barandin.
3’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê