HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

 1. Di 16’ê avrêlê de êvarî saet di navbera 20:00-21:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Xantûr û Şeşdara ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 14’ê avrêlê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Bilika ku girêdayî Çiyayê Cudî ye operasyon hatibû lidarxistin. Operasyona ku qadên Benavya û Nevava jî girtiye nav xwe de bi piştgiriya balafirên şer û firokeyên kobra, di rojên 15-16’ê avrêlê de li hember qadên Benavya, Tengava Reza, Riyalê Cewher, Xeta Nevava û Afroka hatiye berfirehkirin. Di operasyonê de cî bi cî di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimîne. Der barê operasyon û pevçûnên ku hatine jiyandin de wê di rojên pê de ji raya giştî re daxuyanî bê dayîn.

3. Di 23’ê Adarê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember navçeya Sasonê ku bi ser Batmanê ve girêdayî operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona ku qadên Golav, Beleşav, Sêgirê, Girê Ziyaret, Geliyê Zorê û qada Gomika girêdayî Hezoyê ye girtibû nav xwe, di 15’ê avrêlê saet di 14:30’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimiye û di vî şerî de 5 leşkerên hatine kuştin. Operasyona navborî hê jî didome.

4. Di 15’ê avrêlê de bi şev saet di navbera 22:00-23:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Çiyareş û  Gundê Talîsa ku girêdayî Zapê ne êrîşeke obûs û hawanan lidarxistiye.

5. Di 15’ê avrêlê de Artêşa TC’ê li hember Lûtkeya Bagok, Pûlme, Xirbê Cinetê û Kirşê ku girêdayî Nêsîbîna Mêrdînê ne operasyoneke hatiye lidarxistin. Operasyona ku gelek leşker beşdar bûne de, bêyî encamekê bigrin, di 16’ê avrêlê de bi paş ve vekişiyaye.

17 Avrêl 2010

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê