ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Cotmehê di saetên sibeha çeteyên DAIŞ xwestin êrîşî bibin li ser gundê Gabarê yê Şengalê. Li vir Gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de panzereke aîdî çeteyên DAIŞ bi temamî hat rûxandin û 6 çeteyên têde hatin kuştin. Dîsa li heman herêmê şer û pevçûn didomin, Di şer û pevçûna di navbera gerîlayên me û Yekîneyên Berxwedana Şengal û çeteyên DAIŞ de şervanekî YBŞ’ê şehîd ket.
2. Di roja 3’yê cotmehê, saet di 15.30 de, du helîkopterên bi tîpa Kobra, ku xwestin li herêma Kato Marînos a Botanê, keşfê bikin, li vir Gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li van helîkopterên bi tîpa Kobra dan. Di encamê de helîkopter neçar man ku ji herêmê dûr bikevin. Dîsa di roja 3’yê cotmehê, saet di navbera 20.00 û 20.30 de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayeke nizim firîne.
3. Di 3’ê Cotmehê saet di navbera 09:00 û 10:00’an de Gerîlayên me yên li berxwedana Kerkûkê li gondê Vahte li hember çeteyên DAIŞ du çalakiyên sûîqestê pêk anîne, di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
4. Ev demeke artêşa Tirk a dagirker li gondê Pira Sor ya girêdayî navçeya Pilimûra Dêrsimê qerqolekî avadikê. Gerîlayên me di roja 3’yê cotmehê, saet di 16.00 de, bi armanca hişyariyê li dijî avakirina qereqola çalakiyek lidarxistin. Piştî vê çalakiya gerîlayên me, balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa Tirk li herêmê, bi awayeke berfireh dest bi firînê kirine.
4 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG