Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de, hêzên me li ser îstîxbarateke wergirtî roja 12'ê Adarê saet 14'an li Newala Birnê ya nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî û wesayiteke bi tîpa amarok ku personelên îstîxbaratê tê de bûn, operasyoneke berfireh a şoreşgerî kirin.
Ji sê aliyan ve li wesayitan hatin reşandin û bi derbên xurt her du wesayit bi temamî hatin rûxandin. Piştî nîv saetê 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa kobra ji bo destwerdanê hatin bûn hedefa hêzên me û derbên giran li wan hatin xistin. Artêşa TC a dagirker bi alîkariya vînçê enqaqê wesayita kîrpî rakir Bazîdê. Enqazê wesayita bi tîpa Amarok û termên 5 personelên îstîxbaratê yên tê de li cihê bûyerê man.
Piştî ku enqazê wesayita zirxî ji cihê bûyerê hate rakirin, hêzên dagirker hewl dan beşek ji leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji bûyerê bibin. Piştî saetekê, du wesayitên din ên zirxî ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê û hêzên me li van wesayitan jî dan. Derbên xurt li van her du wesayitan jî hatin xistin.
Hêzên me ku li herêmê serwer in, çûn ser enqazê wesayita bi tîpa amarok û gelek malzeme û dokûmanên leşkerî yên di wesayitê de desteser kirin û wesayit şewitandin.
Êvara heman rojê hêzên me li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî ya artêşa TC a dagirker ku ber bi aliyê herêma Demirkapı ve diçû çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin û wesayitên din ên li konvoyê jî neçar man xwe vekişînin. Hêzên dagirker nîvê şevê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skosky û ambûlansan ji herêmê rakirin. Enqazê wesayita zirxî ya li cihê bûyerê ma, piştî rojekê ji herêmê hate rakirin.
Di vê operasyona şoreşgerî ya hêzên me de 5 personelên îstîxbaratê, 5 kontra û 16 leşker bi giştî 26 dijmin kuştin û 2 wesayitên bi tîpa kîrpî, wesayiteke bi tîpa amarok bi temamî îmha kirin û derb li 4 wesayitên zirxî xistin. Hêzên me her wiha gelek malzemeyên leşkerî ji ser dijmin rakirin. Malzemeyên hatine rakirin:
- 15 şarjorên kleşê û 350 fîşekên wê
- 8 şarjorên HK-33 û 240 fîşekên wê
- 5 êlekên êrîşê
- Gelek bombeyên destan û êlekên ji pola
- Dûrbînek û 2 kamera
- Gelek dokûman û malzemeyên leşkerî
Di vê operasyona şoreşgerî de hêzên me bi rengekî serketî çalakiyên xwe pêk anîn û ti şehîdên me çênebûn. Piştî çalakiyan, hêzên dagirker bi tank, obus û hawan bombe li derdorê barandin.
2. 13’ê Adarê hêzên me li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Din av vê çarçoweyê de;
Saet 09.00’an hêzên me li gire Koordîne mewziyên dijmin kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend mirin, çend birîndar bûn, tespît nebû.
Saet 11.00’an hêzên me li gire Xeregolê bi ser yekîneyên leşkeran de çalakî kirine. Bi rengekî serkeftî derb li mewziyên dimin hatiye xistin, ji leşkerên dijmin çend mirin, çend birîndar bûn, tespît nebûye.
Saet 11.30’an hêzên me bi ser qereqola Şikêr de çalakiyek kirin. Mewzî û starayên dijmin derb xwarine, di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin, çend birîndar bûn, tespît nebû.
3. 13’ê Adarê hêzên me li Şemzînanê li girê Gumbetê artêşa TC’ê ya dagirker kirine hedef. Çend leşker hatin kuştin, çend birîndar bûn, zelal nebû.
4. 6’ê Adarê saet 11.30’an li zozanê Fenî ya Osmaniyê yekîneyeke me ya gerîla li rasta leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker hatiye û şer derketiye. Di şer de hêzên dagirker nekarîne ku bi ser yekîneya me de biçin, bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Di encama bikaranîna teknîka zêde de, hevrêyê me Şergo şehîd bûye.
Agahiyên nasnameyê yên hevalê me yê şehîd wiha ye:
Navê Kod: Şergo Botan Nav Paşnav Ciger İsmail Cihê Bûyinê: Dêrik Dê- Bav: Refida - Ömer Dema û Cihê Şehîdbûnê 6 Adar 2018 / Osmaniye
|
Şergo – Ciger İsmail
Hevalê me Şergo Botan ji Dêrika Rojava, li nav malbateke welatparêz hatiye dine. Ji nav malbata hevalê me Şergo gelek kes tevlî nav Tevgera Azadiya Kurd bûne. Beriya hevalê me Şergo jî ji malbatê hin kes tevlê têkoşînê bûbûn, wî jî da pey rêça wan, di nav têkoşîna azadiyê de cih girt, ji dema ku tevlî nav têkoşînê bûyî ve, li dijî faşîzma TC’ê û polîtîkayên qirkirina Kurdan têkoşîneke xurt daye. Bi hişmendiya ku ji bo azadiya gelê Kurd pêk were divê yekîtiya Kurdistanê pêk were û têkoşîn were geşkirin tev geriyaye û li her qada ku lê maye, bi ked, dilsoziyan xwe derketiye pêş. Hevalê me Şergo, heta dema ku şehîd bûbî jî têkoşîneke dijwar daye, din av hevalên xwe yên têkoşînê de bûye mînak.
Ji ber vê şehîdbûna ku em jiyan, di serî de serê malbata hevalê me Şergo Botan, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke dî sond dixwin, heta ku azadiya gelê Kurd pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.
14'ê Adarê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê