HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6’ê Tebaxê de di derdora saet 23.30’an de li dijî nuqteya polîsan ya li pêşiya qeyeqamiya navçeya Xîzanê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya ji bo bîranîna Dogan Teyboga yê di 26’ê Tîrmehê de li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, hatibû lidarxistin de 2 polîs ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, çekek G-3 a portatîj hatiye desteserkirin.

2. Di 6’ê Tebaxê de li Colemergê di navbera girên Şehîd Avareş û Xantepe yên bi ser navçeya Çelê ne, li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, panzêrek jî hatiye tunekirin. Herweha kamerayeke termal ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin.

3. Di 1’ê Tebaxê de li Çewlikê li dijî herêmên Barav û Şevdînê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a di 5’ê Tebaxê hatiye berfirehkirin, di 7’ê Tebaxê de bêencam paş de zîviriye.

4. Di 5’ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Stûnê, Navçela, Dola Notê û Dola Şehîd Şoreş ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Li Agiriyê li herêmên Kirêkor û Xapurkê yekîneyeke kontra ya ji 5 kesan pêk tê, bi cil û bergên gerîla yê me li ser gel zextan dikin. Li dijî ev yekîneya kontra ya ji 5 kesan pêk tê divê gelê me bihistyar be.

7 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê