Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li gundên Êz, Kusoka, Cîhangez ên girêdayî Tetwana Bedlîsê û li bejahiya navçeya Xîzanê, yekîneyên kontra cilên gêrîlayên me li xwe dikin û zextê li ser gel pêktînin.
2. Di roja 26’ê Hezîranê yekîneyek ya kontra ku zextan li gel dike, ketine gundê Kanoglû ê navenda Dêrsimê û bêserûber mal gulebaran kirine.
3. Duh me agahiyên nasnameyên sê hevalên me yên jin, ku cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin, bi raya giştî re parve kiribûn. Lê belê di şûna wêneyê hevala Raperîn (Fatma Başak) de bi şaşî wêneyê hevaleke me ya niha li yekîneya xwe wezîfeyê dike, hatibû weşandin. Ji ber vê şaşiyê, em weke NÇR-HPG'ê ji gelê xwe û raya giştî lêborînê dixwazin.
28 Hezîran 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê