Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve di navbera navçeya Hezoya Batmanê û gundê Lerdê ku girêdayî Lerdê ye de operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku teknîkeke zêde û hejmareke zêde leşker hatiye bikkaranîn de, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de, di 24, 25, 26 û 27’ê îlonê de pevçûnên bi şid hatine jiyandin. Di van pevçûnan de hevalekî me yî bi navê Baran (Ozdal Kaplan) bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şehadetê. Di van pevçûnan de hevalekî me yî bi navê Mazlûm ku em ê piştre der barê sicîla wê de agahî bidine jî dîl ketiye destê dijmin.
Agahiyên der barê hevalê me yî şehîd de;
Baran Bedlîs |
Baran Bedlîs:
Rêheval Baran di sala 1980’yan de li navçeya Exlata Bedlîsê hatiye dinê. Hevalê Baran piştî dîlketine serokatî gelek bandor dibe û li Enqereyê wekî sempatîzan li hember komployê beşdarî çalakiyeke protestokirinê dibe. Du sal di girtîgehê de dimîne. Di vê demê de şêwaz û sekna serokatiyê û şerê bêeman ê gerîla sempatiya wî bi pêş dikeve. Piştre ji bona ku tevgereke azadiyê ji nêz ve nas bike lêkolîn dike û wekî ciwanek kurd riya azadiyê hilbijart. Hevalê Baran di sala 2000’an de li Xinêrê beşdarî refên gerîla dibe, piştî demekê li Qendîlê dimîne, derbasî qada Gabara Botanê dibe. Piştî salek li vê qadê dimîne, ji bona ku here herêma Garzanê pêşniyar dike û li çar salan li Garzanê dimîne. Hevalê Baran li ciyê ku lê ye, zirûfa heyî baş tehlîl dikir, xwedî sekeneke rûniştî û hevalekî kêm û bi cewherî diaxivî. Bi vê sekna xwe û bi kedkariya xwe, di nava hevalan de bal dikişand. Piştî ku di sala 2008’an de perwerdehiya akademiyê dît, ji bona ku here çiyayên Garzanê pêşniyara kir. Rêheval Baran heta dilopa xwîna xwe ya dawîn bi fedayîtî di xeta serokatiya xwe û gelê xwe de bi milîtanî di soza xwe de sekinî.
2. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Baran bibîranî û da zanîn ku, rêheval Baran ku heta dilopa xwîna xwe ya dawîn bi fedayîtî di xeta serokatiya xwe û gelê xwe de têkoşîn daye, em soza bicîna soza ku wî daye didin. Biryargeha me ya navendî di şexsê malbata Kaplan de ji hemû gelê welatparêz ê Bedlîsê re sersaxî xwest.
29 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê