HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 8’ê cotmehê de bi şev saet di navbera 00:00-01:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Deşta Xanê, Gera Berxê û Gundê Talê ku girêdayî Colemêrgê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.

 

2. Di 7’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Azadşêr ku girêdayî Tetwana Bedlîsê ye operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.

3. Di 7’ê cotmehê de li qada Bugulukaynakê ku girêdayî Çaldirana Wanê ye, dema ku du hevalên me yên bi navê Necmî (Necmeddîn Ehmed Hesen) û Sîpan (Sûnûllah Kesercî) diçin peywirekê gihîştine şehadetê. Der barê şehadeta herdu hevalên me de, ji hêla tevgera me ve lêpîrsînek hatiye destpêkirinê û piştî ku lêpirsîn bi encam bû, em ê ji rayagiştî re daxuyanî bidin.

Agahiyên der barê hevalên şehîd de;

Necmî Efrîn

Necmeddîn Ehmet Hesen

1977 / Efrîn-Reco

1999 / Efrîn

Zilîfe

Ehmed

7Cotmeh 2009 / Wan, Çaldiran

Necmî Efrîn:

Rêheval Necmî ku li gundê Zerka ku li derdora Recoyê ye di malbateke penc zarokî û welatparêz di sala 1977’an de hatiye dinê. Piştî ku Rêber Apo dîl ket, di nava beşdarbûnên başûr rojavayê Kurdistanê de cî girt. Rêheval Necmî ji sala 1995’an hetanî sala 1999’an di nava xebatan de ma û piştî komployê beşdarî nava refên gerîla bû. Bi keda xwe ya ku nirxên afirandiye di nava têkoşînê rêbertî kir û bi kesayetiya xwe ya bi inyad û bi israr di asta xebatê de girêdana xwe nîşan daye. Piştî ku li qadên Qendîl û Metîna ma, ji bona qada bakur pêşniyar kir û bi peywira fermandariya taximê ya Eyalatê Serhedê xebatên pratîk birêve bir. Bi kedkariya xwe ya xwegihandina Serokatî, bi sonda girêdana rêhevalên xwe beşdarî karwana şehîdan bû. Li axa Kurdistanê çeka wî dest wî de, rêheval Necmî li hember xiyanet û nokerê ku her dem lanet dikir bi rûmet û bi felsefeya mirovantiyê ku wê her dem mînak bê girtin, bû xwedî jiyanekê û yek ji van parastvanê jiyana azad bû.

Sîpan Şervan

Sûnûllah Kesercî

1976 / Bedlîs

2002 / Qerqelî-Wan

Mûnewer

Mûzaffer

7 Cotmeh 2009 / Wan, Çaldiran

Sîpan Şervan:

Rêheval Sîpan di 10’ê tîrmeha 1976’an de li gundê Akçiraya Adilcewazê, di malbateke neh zarokî û welatparêz de mezin bû. Ji ber ku malbata hevalê Sîpan de beşdarbûn û şehîd zahf bûn, ji bandora nirxên ku Tevgera Azadiyê afirandiye wekî kurdekî bandor bû. Rêheval Sînan ku hewl da di sala 1998’an de beşdar bibe, di wê demê de tê girtin û hetanî sala 1999’an di zîndanê de dimîne. Piştre ji neçarî diçe leşkeriyê û piştre di sala 2002’yan de ji ser Eyaleta Serhedê tevlî refên gerîla bû. Rêheval Sîpan ku berî beşdar bibe zewicîbû, xwedî du zarokan bû û her dem di nava rêxistinê de bi taybetiyên xwe yê gihîştî, bi sebr û kedkar di nava hevalan de sempatî berhev dikir. Ji ber ku girêdaneke wî ya ji mirovên kedkar re hebû û ev hêl wî kişand nava PKK’ê, piştre jî di nava têkoşînê de, ew xeyala xwe ya ku bi salan e li benda pêkanîna wê bû, di nava PKK’ê de dît û vê yekê her dem bi coş û heyecaneke zarokî dida der. Piştî ku demeke kurt li sehaya başûr ma û li ser wesiyata kurxaltîkî wî ku şehîd ketiye li qada perwerdê ma û piştre ji bona xizmeta şoreşê xwe pêşniyar kir û çû Serhedê. Di tevahiya têkoşînê de bû yekane şervanekî Ararata xwîngerm, delûdîn û fedekar.

4. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê hevalê Necmî û Sîpan ku li Wanê şehîd ketine bi bîr anî û da zanîn ku herdu heval jî evîndar û bengiyê Serokatî bûn. Biryargeh da zanîn ku em israr û biryarîbûna wan a di têkoşîna gerîla de silav dikin û em şopdarê xeta têkoşîna wan bin.

9 Cotmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê