Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
1. Roja 16’ê Îlonê seat 11:00’an artêşa TC’ê goristan û derdora wê ya li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê bombeberan kir.
Operasyona ku bi desteka balafirên keşfê, balafirên şer û helîkoptera kobra seat 17’an de herêm bombebaran kirin. Di dema bombebaranê de di navbera hêzên me û leşkerên ku bi helîkoptera skorsky dixwestin li herêmê dane şer qewimî. Di şer de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di şer de rêhevalê me Şahan heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. Operasyon roja 17’ê Îlonê seat 15:00’an de bi dawî bû.
2. Roja 15’ê Îlonê seat 22:30’an de gerîlayên me li geliyê Magaçûr yê herêma Çaglayan ya navenda Erzînganê bi artêşa TC’ê re hatin pêşberî hev û şer qewimî. Di şerê demekî kurt de hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn. Piştî şer artêşa TC’ê sibeha 16’ê Îlonê dest bi operasyonê kir.
3. Roja 15’ê Îlonê hevalê me Rojhat (Saît Îlmîn) li navçeya Kozlûk a Êlihê dema bi erka xwe radibû kete destê hêzên dijmin.
4. Balafirên şer ên artêşa TC’ê li dijî bejahiya Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî êrîşên hewayî wiha ne;
Roja 18’ê Îlonê seat 10:00’an balafirên şer bombe li girê Kartal yê navçeya Gever a Colemêrgê û seat 16:45’an de girê Kesta yê herêma Metînayê barandin.
Roja 17’ê Îlonê balafirên şer di navbera seat 10:00 - 12:00’an de bombe li herêma Kûnîşka û Şehîd Rûstem ya herêma Zap û geliyê Kesta û herêma Werxelê ya Metînayê barandin.
19’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê