Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li navçeya Mûşê Gimgimê li dijî herêmên Înalê û Tatarê ji aliyê yekîneyên veşarî yên Artêşa TC’ê kemîn tên avêtin.
2. Di 29’ê îlonê de di derdora saet 24.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Satê, Biyê, Veregol, Mêrgeh û Şitazin ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 29’ê îlonê de di saetên roj de li navçeya Sêrtê Berwariyê li dijî Xerxol û Erkendî ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
30 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG