Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Îlonê de di navbera saet 22.00-22.45’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Lelikan ku bi ser Xakurkê ye û li dijî Kolît û Kanî Qirêj ku bi ser Xinerê ve ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 25’ê Îlonê de di navbera saet 16.00-17.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Viyan, Alanış, Gundên Êrê û Mêrgeşîş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 25’ê Îlonê de li Çewlikê li dijî herêmên Kurudere, Bilaloglu, Çîrîz, Şabanlar, Azê, Hasar, Cigerna û derdora Çewlike ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan û bi pêşengtiya kontrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 24’ê Îlonê de li ser riya navçeya Mêrdînê Kerboranê li dijî maşîne bi zirx a 5 tîmên taybet têde ne ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna bi zirx derbe xwariye lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi du embûlansa ji herêmê dûr xistiye herweha li şivanên herêmê jî kirine binçavan. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin ji aliyê artêşa metinger a TC’ê li dijî gundên Xirêbeka, Şikeftika û Xirbê Sadik operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Di 22’ê Îlonê li navçeya Berwariyê ya bi ser Sêrtê li dijî qereqola cendermeyan, Girê Bayrak û Girê Kule ku li gundê Heşetê ye ji aliyê gerîla yê me ji 3 baskan çalakî hatine lidarxistin.
-Baskê yekemîn li dijî Girê Bayrak çalakiyek lidarxistiye, di encama çalakiyê de gir bi giştî ketiye dest gerîla yê me. Di encama çalakiya li Girê Bayrak de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 2 çekên G-3 jî hatiye desteserkirin.
- Baskê duyemîn li dijî Girê Kule çalaki lidarxistiye, di encama çalakiyê de gir bi giştî ketiye destê gerîla yê me, 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin çekek G-3 jî hatiye desteserkirin.
Baskê siyemîn li dijî qereqolê û çeperên derdora wê çalakiyek lidarxistiye. Di encama çalakiyê de fermandarê qereqolê jî di nav de 8 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, çeperek jî hatiye rûxandin.
Di encama her sê çalakiyan de di encama pevçûnên li Girê Kule û parastinê de hatiye jiyandin 3 gerîla yê me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê, bi giştî 17 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, ji 15’an zêdetir leşkerê dijmin birîndar bûye, çeperek dijmin hatiye rûxandin û 3 çekên G-3 hatiye desteserkirin.
26 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê