HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 11'ê Tebaxê de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk 3'ê rojan bê navber li herêma Besta ya serbi Şirnexê ve, di navbera sînorên Rîsor a girêdayî herêma Şehrîbanê tevgera keşfê ya berfireh domandine. Herwiha îro jî di demjimêrên beyanî de herêma Çiyayê Fileh ji aliyê helîkopterên şêweyê Kobra ve hatiye topbaran kirin.

2. Di navbera rojên 8 - 11' ê Tebaxê de timek kontra yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Hesena yê girdayî Sîlopî û herêmên Girê Bilûrvan, Dêra Kemala de li ser armaca keşfê liv û tevger pêkanîne.

14 Tebax 2013

Navenda Çapemenî - Ragihandin a HPG' ê