HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

roja 7ê Çile seat 18:30'de gerîlayên me li navçeya Colemêrgê Çelê çalakiyek berfireh, li dijî Qereqola Karataş û Tûgaya Çelê û binkeya leşkerî ya Girê li dar xistin, gerîlayên me ji çar aliyan ve li qereqola Karataş, girê parastinê û sengerên eskeran dane û di encamê de bircek çavdêriyê hatiye tinekirin û 7 leşker hatine kuştin.

Yekîneyek din a gerîlayên me ku di heman demê de li sengerên derdora qereqolê dan, sengerek ku tê de sîleha giran A4 hebû hilweşand û li vir jî bi dehan eskerên dijmin hatin kuştin."

yekîneya din a gerîllayên me nîzamiyeya qereqolê hedef hatiye girtin, û demek dirêj hem di nîzamiyê û hem jî di avahiya qereqolê de şer dewam kiriye û lî vîr 15 leşkerên din hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne, û her weha di hundirê qereqolê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

di van çalakiya de bi giştî yê hatiye zelal kirin 34 esker hatine kuştin û 2 gerîlayên me bi navê Kurtay û Firat dî hundirê qereqolê de gehiştine şehadetê   .

her weha bi awayekî hemwext, leşkerên ji Tugaya Çelê bi hawarê ve hatine jî bûne hedefa gerîlayên me, gelek wesayîtên zirxî hatine derbkirin, lê hejmara kuştî û birîndarên hêzên artêşa dagirker a tirk jî aliyê me ve nehatiye zelal kirin. di heman demê de ji aliyê gerîlayên me ve Tugaya Çelê û binkeya leşkerî ya Girê hatiye hedef girtin, senger, çeper, û avahiya qereqolê bi awayekê bi bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye piştrastkirin

her weha ku dema komek gerîlayên me  xwestin 2 hevalên birîndar ji herêma şer dûr bixin, bi hewan, obus, katyuşa û bi balafiran hatine topbaran û bombardûman kirin û di encamê bombebarnê de tevê 2 hevalê meyê giran birîndarbune, 6 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. agahiyên berfireh dî derbarê rêhevalê me şehîde emê siba jî çapemenî û raya giştî re raghînin.

her weha ji dem bombebaranê de 5 gerîllayên ji yekîneya xwe qutbûne, ji 9’ê Çile ve agahî nayên wergirtin, dema em gehiştin agahîyên zelal di derbarê hevalê meye qutbûne de wê jî çapemenîyê re were raghandin.

9 Çile 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê