Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Adarê de di saet 07.00'an de li navçeya Colemergê Çelê artêşa dagirker a tirk bi sê baskan xwestine gireke Alaya Bilicanê bigrin. Di heman rojê de di saet 09.00'an de li dijî van baskan ji aliyê gerîla yê me ve 3 çalakî hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de û pevçûnên heta saet 17.00'an berdewam kirî de 8 leşkerê dijmin hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye.
Di heman rojê de di navbera saet 12.00-14.00'an de ji aliyê helîkopterên kobrayan û balefirên şer li dijî herêma çalakiyê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Cardin di navbera saet 14.00-17.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser tevahiya herêma Zapê balefirên şer geriyane, ji aliyê balefirkujên gerîla yê me bikaranî ye balefir bê ku li derekê bide, naçar maye ji herêmên dûr bikeve.
Piştî çalakiyên ji aliyê gerîla yê me ve hatiye lidarxistin, heta dotira rojê danê nîvro, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Şehîd Colemerg, Şehîd Baran, Gundên Şifreza û Hîlalê, Kanî Cennetê û Herêma Ertûş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2. Di 21'ê Adarê de di navbera saet 22.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Xantur û Gundê Şêraniş ê bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
22 Adar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê