HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 11'ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Stûna xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirine û birîndar bûne nehate tespîtkirin.

 2. Di navbera 12'ê Gulanê saet di 16:00 û 13'ê Gulanê saet 01:00 de balafirên şer û helîkopterên êrişê yên artêşa TC a dagirker li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bombe li derdora gundê Mîrxanayê barandin. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gel bû.

12'ê Gulanê saet di 12:00 de balafirên şer bombe li qada gundê Kesta yê ser bi herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

13'ê Gulanê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG