HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 26'ê Adarê de di saet 07.30'an de li navçeya Colemergê Çelê yekîneyên ji alaya Bilîcanê derdikevin, xwestine girê ewlekariyê bigrin. Li dijî yekîneya ji 40 kesî pêk tê ji aliyê gerîla yê me ve hin rêzeçalakî hate lidarxistin. Di encama rêzeçalakiyan û hin pevçûnên qewimî de 13 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ku nikare mudaxeleyî cihê çalakiyê bike û rastî berxwedana gerîla yê me hatiye naçar maye bombeyê mijê avêtiyê cihê çalakiyê. Pişt re bi bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan 3 caran kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Ji destpêkirina çalakiyê heta 27'ê Adarê danê seharê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Şifreza, Kanî Cennetê, Gundê Hîlalê û Herêma Ertûş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 26'ê Adarê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li navçeyan Colemergê Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 2 helîkopterên skorsyan deh caran leşkerên taybet ên bi mûçe veguheztine qereqolên Şapata, Rûbarok û Mawayê.

3. Ji 23'ê Adarê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birindara, Şehîd Rustem, Girê Mahîr Mîrzo, Gundê Horê, Nêrweh, Ditaza, Mêrganiş, Qesrok, Kinyaniş, Girên Bircela, Mahir Mirzo û Herêma Kanî Cennetê yên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.

27 Adar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê