Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 5'ê Tebaxê saet di 17:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Hakan çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehan hate xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
2. Roja 2'ê Tîrmehê li navçeya Pulurê ya Dersimê, li herêma 'Yasak Mintika'yê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Sefkan û Alîşer ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Nasnameyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
3: 6'ê Tebaxê balafirfên şer ên artêşa TC a dagirker qada Geliyê Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 09:00 de û qada Werxelê jî saet di 10:30'î de bombe kirin.
Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.
7'ê Tebaxê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê