Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Artêşa TC a dagirker li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya vê operasyonê de roja 15'ê Adarê saet 06:30'î, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li geliyê Masîro barandin.
Leşkerên artêşa TC a dagirker piştî bomberdûmanê hewl dan xwe bigihînin gir û geliyê Masîro. Di navbera leşkerên artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer derket.
Heman rojê saet 11:30'î, di navbera leşkerên Tirk ên hewl dan xwe bigihînin ser girê Partîzan û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Hejmara leşkerên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Operasyona li herêmê dewam dike.
15'ê Adarê saet 15:30'î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate rûxandin û derb li radara li ser gir hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
16'ê Adarê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê