Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me roja 13'ê Mijdarê saet 14:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera girê Koordîne û Girê Patrîot ên navçeya Çelê ya Colemêrgê de rêya ji bo leşkeriyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn.
Çalakî li dijî kepçeyekê û wesayiteke leşkerî hate lidarxistin û di encamê de kepçe û wesayit îmha bûn. Bi qasî ku hate dîtin di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Artêşa TC a dagirker bi rêya medya xwe ev çalakî weke ku li dijî karkerên sivîl hatiye kirin bi derewî weşand. Herêma ku çalakî lê bû herêma leşkerî ye û rêya li wir tê çêkirin jî ne ji bo sivîlan e, lê ji bo leşkerî û dagirkeriyê ye. Lewma kesên di karê çêkirina van rêyan de dixebitin, leşkerên artêşa TC a dagirker in, ya jî hevkarê wan e. Divê gelê me guh nede nûçeyên çapemeniya şerê taybet.
2. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 12'ê Mijdarê saet navbera 09:30-11:0 de qadên Keşan û Şehîd Kendal ên herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.
Balafirên şer 13'ê Mijdarê saet 11:30'î qada Dola Şivê ya herêma Avaşînê, saet 13:30'î derdora çemê Avaşînê û saet 16:20'î jî qada Stûna bomberdûman kirin.
14’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê