HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 28'ê Adarê de di saet 12.30'an de li navçeya Colemerg Çelê li dijî Qereqola Şikêr ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 28'ê Adarê de 08.00-09.00'an de li Herêmên Parastinê yên Mêdyayê li dijî Geliya Komunîsta, Gundê Nêrweh û Ditaza yên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 29'ê Adarê de ji saetên beyanî ve li navçeya Colemergê Çelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li qereqola Şitaza bi hejmareke zêde leşkerek tê veguheztin. Herweha leşkeran vediguhezînin qereqola Oramarê.

4. Gerîla ya me ya bi navê Nebahat Oztekîn ya tê gotin li navçeya Bedlîs Xîzanê gihîştiye şahadetê, niha di nav yekîneya xwe de û li ser kar û xebatên xwe ye.

29 Adar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê