HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê li dijî du qereqolên li Çelê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatine lidarxistin.

Di 29'ê Îlonê de di saet 12.30'an de li dijî Alaya Serê Sêvê û baregeha leşkerî ya Şikêr ên li Çelê li dijî hemû baregehên leşkerî bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama van çalakiyan de li baregeha leşkerî ya Şikêr de leşkerek hatiye kuştin, hejmara kuştî û birîndarê li Alaya Serê Sêvê jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Herweha li dijî derdora xwe û herêma Çiyareş bi hewan û obusan bê ser û ber hatiye bombekirin.

Operasyona li Geliyê Zap a li Çelê ya di 27'ê îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin li gel bombebaranên dijwar berdewam dike. Di 29'ê îlonê de di navbera saet 05.00-17.00'an de li dijî gelek herêmên Geliyê Zapê bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gelek rez û zeviyên gundiyên li vê herêmê zirar dîtiye dîsa gelek sewal jî telef bûne.

Di 29'ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30 û di navbera saet 21.30-22.30'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê û herêma Mêrgezerê ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverêye ji aliYê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

Di 29'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li dijî herêma Hopê, Mêrgê û Neqeba Şîrvanê, di navbera saet 15.00-19.00'an de jî li dijî herêma Genîştepe, Girê Konserve û Şikêrê Spî yên bi ser Şemzînanê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

30 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê