Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Mijdarê de di saet 20.00’an de li navçeya Colemergê Çelê û di navbera qereqola Deştanê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara wendahiyên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha di vê pevçûnê de hevaleke me gihîştiye şahadetê.
Piştî pevçûnê ji aliyê hêza faşîst a dijmi ve bi qasî hefteyeke kemîn li ser cenazeyê hevalê me avêtine, nehiştine yekîneyê me cenaze bigrin. Herweha dijmin ev hefteyeke herêma pevçûnê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye bi hewan, tank û obusan bombebaran kiriye.
Hevalê Kemal ê di sala 1983’an li navçeya Riha Serêkaniyê jidayik bûye, di sala 2004’an de tevlî nava refê gerîla bûye. Faşîzm û mêtingeriya dijmin li Kurdistanê pêktianî û ji bo gelê me rewa didît, Heval Kemal ev ferq kiriye û li dijî vê di kesayeta xwe de têkoşerî bi cîh kiriye û di dema mamostetiya matematîkê dixwend dest ji dibistanê berdide û berê xwe dide çiyayên azad û biryardariya xwe ya azadiyê nîşan daye.
Hevalê Kemal ê lig elek qadan tekoşîneke serkeftî dimeşand herî dawî li di pevçûneke li navçeya Colemergê Çelê tevlî nava refê nemiran dibe.
2. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 10.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Şehîd Savaş, Şehîd Rojhat û derdora gundê Lewcê yên bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrÎşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de gelek sewalê gundiyên Lewcê telef bûye.
3. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Gulka ya bi ser Metîna ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Keşan û derdora wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
14 Mijdar 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê