HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 29’ê Pûşberê de li Colemergê operasyona li dijî Siwarê Benê ya ku bi ser navçeya Çelê ye ji raya giştî re hatibû ragihandin. Di 29’ê Pûşberê de di navbera Neqeba Siwara Benê û girê Hînê de di navbera Artêşa TC’ê û gerîla yê me de pevçûnên dijwar ên li çar rojan belavbûye hatiye jiyandin.

Di encam pevçûnên car caran sînor jî derbasdikir 10 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, fermandarê jandarma yuzbaşi Ethem kara, 2 çawişê pispor û astsubayek jî birîndar bûye. Di pevçûnên heta 3’ê Tîrmehê berdewam kiriye de ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra li dijî herêmên pevçûnan hatiye bombebarankirin. Bi havan, obus û tankan jî hatiye gulebarankirin. Herweha teknîkek dijwar jî hatiye bikaranîn. Di tevahiya operasyonê de herêmên Tiyarê, Bilîcan, Dirêvlê û Sulsîda ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina van herêman hatiye qedexekirin. Artêşa TC’ê ya rastî li berxwedaniya gerîla yê me hatiye, bi helîkopterên kobra li dijî herêmên pevçûnan hin gazên rengê keskê tarî yên bi ser şîn ve diçê û zer avêtiye. Operasyon a Artêşa TC’ê ya dixwest sînoran derbas bike lê ji aliyê gerîla yê me hatiye rawestandin hîn jî berdewam dike.

 

5 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê