HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Gerîlayên me yê li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê serweriya herêmê hîn jî di destê xwe de digirin hin rêze çalakî lidarxistine.

Di daxuyaniya me ya di 27'ê Îlonê de di derbarê opersayon û pevçûnên li Geliyê Zap a Çelê ji raya giştî re hatibû ragihandin. Berfirehiyê van pevçûnan bi vî rengiye:

Di 02.40'an de li dijî leşkerên dijmin ên xwestine ber bi Girê Helwesîs ve biçin ji aliyê gerîlayên me ev çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Li dijî yekîneyeke din a dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 leşkerên din hatiye kuştin. Li dijî yekîneyên dijmin ên di danê sibê de li herêmê xwestiye belav bibe, ji aliyê gerîlayên me ve ji 3 baskan ve çalakî hatine lidarxistin û dijmin li şûna xwe tengav bûye. Di encama pevçûnên heta danê êvarî berdewam kirî de 5 leşkerên din hatiye kuştin. Di van pevçûnan de yên bi çav hatine dîtin bi giştî 13 leşker hatine kuştin, ji 10'an zêdetir jî leşker birîndar bûye. Artêşa dagireker a tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan leşkeran veguhezîna herêmê, lê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera skorsky ya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha di demên pevçûnan de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Gundên Guzereşê, Mezrê, Tixubê, Zawîtê û Tiyarê yên bi ser Geliyê Zapêne bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Di encama van bombebaranan de gelek zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye herweha hin wesayit jî derbe xwarine. Dîsa ji aliyê dijmin ve xetên ceryanê yên diçe gundan hatiye qutkirin.

Di van pevçûnên di tevahiya rojê de berdeam kirî de, rêhevaleke me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê dema hate eşkerekirin ji raya giştî re were parvekirin.

Di 27'ê Îlonê de di navbera saet 10.00-10.30'an de li dijî Qereqola Rûbaroka Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehên dijmin bi awayeke bandor hate lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan bê ser û ber hatiye bombekirin.

Di 27'ê îlonê de di saet 18.00'an de li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 2000 leşker û 200 cerdewanî operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 16.00'an de karwaneke dijmin a ji 50 wesayitî pêk dihat ji Geverê ber bi qereqola Sinewayê alavên leşkerî û cebilxane hatiye veguheztin.

Di 27'ê îlonê de di navbera saet 13.30-14.00'an de li nêzî herêma Oramara Geverê li dijî Girê Şehîd Gafûr ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

Di 28'ê Îlonê de (îro) di navbera saet 01.00-02.00'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê leşkerên qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 27'ê îlonê de di saet 09.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê di navbera Gundên Elemûn û Arûşê de li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê rê ji aliyê dijmin ve li çûn û hatinê hatiye qedexekirin. Herweha li dijî cihê çalakiyê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiribû hîn jî berdewam dike.

3. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de di 26'ê îlonê de di saet 17.00'an de li navenda Şirnexê li dijî wesayiteke 3 çawuşên pispor tê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çawuşeke pispor hatiye kuştin, 2 çawuşê pispor jî birîndar bûye.

4. Di 27'ê îlonê de di saet 04.00'an de li bajaroka İlicalar a bi ser Çewlikê li dijî herêma Şehîd Serxwebûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin. Operaysona li herêmê hîn jî yekîneyên veşartî li derdora herêmên Şîrnan, Hop û Şehîd Rojger de hewldanên kemîn vedan û çavdêriyê berdewam dikin.

5. Di 28'ê Îlonê de di navbera saet 02.00-02.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Qeladizê li dijî Gundê Sûredê ya bi ser Qendîlêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

28 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê