Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Tebaxê de (îroj) di saetên serê sibê de li navçeya Mûşê Gimgimê li dijî gundên Kirmeçok, Başkent, Benzen, Mila Koxê û Geliyê Gulik ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna tîmên taybet û leşkerên sivîl operasyonek hatiye lidarxistin.
Operasyon hîn jî berfireh dibê û berdewam dike.
2. Di 16’ê Tebaxê de li navçeya Colemerg Çêlê de li dijî herêmên Mila Siwarê Benê û Milê Gûndê Tiyarê ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna yekîneyek taybet operasyonek hatiye lidarxistin.Di navbera leşkerê ku bi ser gerîlayê me dihatin û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
3. Di 14’ê Tebaxê de di saetên êvarî de li navçeya Colemergê Çêlê de li dijî herêmên Kepê Mirîşka û Kevirê Spî ji aliyê artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 16’ê Tebaxê de bê encam paşde vekişiyaye. Herweha di tevahiya operasyonê de ji aliyê Artêşa TC li dijî girê Garê ya Biçûk ku bi ser Çelê ye êrîşên havan û obusan hatiye lidarxistin.
17 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG