Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 24'ê Gulanê saet di 09:30'î de li geliyê Deştanê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzê me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 ên dijmin hatin îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.
2. 24'ê Gulanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlikanê çalakiyek kirin. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
3. Artêşa TC a dagirker sibeha 22'ê Gulanê li navçeya Elkê ya Şirnexê, li qada gundên Keleş, Astenga, Tehtê Reş û Toranî yên qada Masîroyê dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê saet di 15:30'î de bêencam bi dawî bû.
4. 24'ê Gulanê saet di 19:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.
25'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê