Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me di 7-8’ê Îlonê li dijî leşkerên artêşa Tirk li navçeya Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine.
7’ê Îlonê saet 10:45 hêjên me yên YJA Star, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Ronahî ya ŞEmzînan bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya çeper bi xurtî hatin lêxisitin de, 2 çeperên dijmin hatin rûxandin, têkildarî kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk piştî çalakiyê heta saet 16:00’an qad bi çekên giran ketober gule reşandin.
Hêzên me 8’ê Îlonê li dijî hêzên dagirker çalakî lidar xistin, agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Saet 08:20’an yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a ewlekariya rêya devera Çarçela û Girê Sîvrî yê girêdayî Şemzînanê digirtin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di çalakiya bi awayeke xurt li leşkerên dijmin hatin xistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.
Hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li devera Xapûşkê ya girêdayî Şemzînanê xebatên rê çêdikirin, di saet 11:00’an de çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji nêz ve bi awayekî xurt hate lêxistin de, wesayîta kepçe hatiye derbkirin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.
Hêzên me yên YJA Star saet 14:00’an, li dijî Qereqola Zeytê ya artêşa Tirk a dagirker girêdayî Şemzînanê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hatin lêxistin de, çeperek a tankê hate rûxandin, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.
Li Geverê konvoyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat dema ji Girê Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ve diçû, di saet 23.30’an de bûye hedefa hezên me yên YJA-Starê. Di vê çalakiyê de wesayîta kobra îmha bûye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di vê çalakiyê de 1 jê cerdevan 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker gule li derdorê reşandiye û di saet 01.00’an de jî bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirine qereqola Wargenimayê.
2. Di 6’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şehîd Xebat a Çewligê operasyonek daye destpêkirin. Di 7’ê Îlonê de helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 19.15’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 1 jê serbaz, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Operasyon hê jî didome.
3. Di 8’ê Îlonê de saet di 14.00’an de 2 helîkopteran qada Gundikremo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye. Hêzên me li helîkopteran dane û helîkopteran xwe bi paş ve kişandine.
4. Di 2’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Dersimê li Geliyê Harçîkê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şer çêbûne. Di van şeran de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Ji ber şer û bomberdûmanê 3 rêhevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.
Nasnameya gerîlayên şehîd ketine wiha ne;
Nasnav: Argeş Çekdar Nav û Paşnav: Mehmet Emin Ozdemîr Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Hamdiye - Şerîf Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017 |
Argeş – Mehmet Emin Özdemir
Nasnav: Armanc Firat Nav û Paşnav: Yûsûf Yaşar Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik - Bav: Sûltan – Mehmet Emîn Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017 |
Armanc – Yusuf Yaşar
Nasnav: Kûrtay Zagros Nav û Paşnav: Salman Ogûz Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik - Bav: Suheyla - Alî Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’ê Îlona 2017 |
Kurtay – Salman Oğuz
9'ê İlonê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê