HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 23’ê Avrêlê de li dijî navçeya Çewlikê Gêncê li dijî Sûveren, Sekamerg, Mahabê, Haşber û Talê ku bi ser Akdaxê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 24’ê Avrêlê de di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin ên derketibûn operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî pevçûna hatiye jiyandin dijmin bi piştgiriya helîkopterên kobra bi helîkopterên skorskiya kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Di 25’ê Avrêlê de li dijî herêma pevçûnê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin. Di encama pevçûnan de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.

25 Avrêl 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê