Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara tevgera me ya bêçalakbîbûnê ku ji bona pêşketina pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatibû sendin, di vê pêvajoyê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember gerîlayên me bênavber operasyonên tunekirinê zêde bûne. Di beşeke van operasyonan de ji ber pejinkariya gerîlayên me tu pevçûn nehatine jiyandin, bes ji ber israra Artêşa TC’ê ji neçarî di hinek operasyonan de pevçûn têne jiyandin.
1. Di 8’ê îlonê de ku Artêşa TC’ê li hember qada Çiravê ku bi ser Sêrtê ve girêdayî ye, li hember gerîlayên me bi armanca tunekirinê operasyon li dar xistibû, danê êvarî di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de ji neçarî pevçûn qewimiye û di vê pevçûnê 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî ku hejmara wan diyar nebûye jî birîndar bûne. Mîna ku di çapemeniya TC’ê de tê diyarkirinê, tu windahiyên gerîlayên me nîn in.
2. Di 7’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qada Malaxude ku girêdayî navçeyên Malkişiya(Çemişgezek) û Xozmerîtê ya Dêrsimê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi sewqiyata leşkerî didome.
9 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê