HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. 18'ê Adarê saet 9'an hêzên me li dijî tabûra Milê Gurya ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyek kirin.

Derbên xurt li çeper û avahiyên dijmin ên li nava tabûrê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus 3u haw avêtin mintiqeya Girê Hermo û Geliyê Hewlerê.

2. Hêzên me li herêma Bradostê ya li nava Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker ku lê derketibû operasyonê çalakiyek kirin. Roja 19'ê Adarê saet 16:30'î li yekîneyeke dijmin a li ser girê Masîro hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

3. 19'ê Adarê saet 21:00, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên kobra û balafirên şer bombe li herêmên Tepê Zêra û Stuna yên navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin. Piştre hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa skosky daketin mintiqa Tepê Zêra û dest bi operasyonê kirin.

4. 19'ê Adarê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

 

20'ê Adarê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê