Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agriî 9’ê Hezîranê saet 16.30’an hêzên me li Gever a Colemêrgê, li girê Şehîd Gafûr li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirer çalakiyek hate kriin. Hêzên me ji nêz de li yekîneya dijmin xistin û 1 jê payebilind 3 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyon li qadê dane destpêkirin.
Dema operasyonê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di vî şerî de hevalekî me yê ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirî şehîd bûye.
Agahiyên nasnameyê şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Dara Van Nav û Paşnav: Hakan Sûnkûr Cihê Jidayikbûnê: Van Navê Dayik - Bav: Hazîne - Abdûlmûttalîp Cih û Dema Şehadetê: Colemêrg / 9’ê Hezîrana 2018’an |
Dara – Hakan Sunkur
Hevalê me Dara Wan li Miksê ya Wanê li nav malbateke welatparêz hatiye dine û li derdoreke wiha ku nêzî nirxên azadiyê yên gelê Kurd mezin bûye. Rastiya dijmin ji nêz ve nas kiriye û di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de xebat kirine. Hevalê me Dara ku ketî bin bandora nirxên pîroz ê têkoşîna me û şehîdên leheng, ev nirx her car li ber danîne. Hevalê me Dara ku ji malbatê gelek kes tevlî nav têkoşînê bûyî, ji bo ku li dijî zextên dijmin têkoşîneke çalaktir bike berê xwe daye nav gerîla. Ji dema ku hatî nav gerîla tim bi daxwaz û çoşiyeke mezin bûye. Bi kedkariyeke zêde xebat kiriye û bi berpirsyariyeke zêde nêzîkatî li hemû peywiran kiriye.
Hevalê me Dara li dijî şerê qirkirinê yê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan li eniyên pêş cih girtiye, bi giyanê êrîşê yê gerîla û bi vê tarz û taktîkê di nav gelek çalakiyan de cih girtiye ku dijmin şaşa maşo kiriye. Li dijî hewldanên dagirkirina Kurdistanê, hevalê me Dara yê ku ji bo azadiya gelê me şer kirî heta hilma xwe ya dawî jî hîsên welatparêziyê ji kûr ve jiyaye, bûye yek ji wan hevalên me ku nûnettiya pêngava şoreşger a demê kiriye.
Ji ber şehîdbûna hevalê me Dara di serî de serê malbata hêja Sunkur, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be. Em careke dî sond dixwin ku heta ku em îdeala şehîdên me Kurdistana Azad ava bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.
2. Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziya Şoreşger hêzên me 6’ê Hezîranê saet 13.00’ê li Bazida Agiriyê, li dijî wesayiteke leşkerî ya re oku ber bi qeroqal Kozilî ve diçû, çalakiyek kirine. Hêzên me ji nêz ve derb li vê wesayitê dane û wesayit rûxandine. Di vê çalakiyê de, hate tespîtkirin ku 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek jê birîndar bûne. Hêzên dagirker ber bi êvarkî ve bi helîkoptêrên kobray û skorskyê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
3. Êrîşên hewayî yên artêşa TC’ê ya dagirker ên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de didomin. Artêşa TC’ê ya ku derbên giran dixwe bi êrîşên hewayî dixwaze encamê bistîne. Medyaya şerê taybet jî derewên wiha dikin ku gelek balafirên wan li qadên me xistine û encamê distînin. Hêzên dagirker ku li bara hêzên çalakiyê ya berz û serkeftî ya gerîla nikarin şer bikin dîsa êrîşa hewayî bi ser Qendîl û Xakurkê de anîne.
Balafirên şer 11’ê Hezîranê saet 23.45’an û 12’ê Hezîranê saet 01.00’an qadên Kalatuka, Suredê, Gundê Silê û Gundê Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirine.
Her wiha 11’ê Hezîranê saet 23.45’an balafirên şer li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê dane.
12’ê Pûşberê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê