HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 28'ê Tîrmehê saet 7'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.

Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çeperek û konteynirek bi temamî hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

2. 24'ê Tîrmehê saet 23:50'î, li herêma Omerya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di navbera yekîneyeke me ya bi erka xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer derket. 3 hevalên me yên derbên giran li hêzên dijmin xistin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre ji raya giştî re bên eşkerekirin.

3. 21'ê Tîrmehê artêşa TC a dagirker li herêma Kûna Hirçê ya navçeya Kemahê ya Erzînganê dest bi operasyonê kir. Şeva heman rojê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer derket. Hejmara leşkerên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker sibeha 22'ê Tîrmehê bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li derdorê barand. Heman rojê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî herêmê û operasyon dorfireh kir. Ev operasyona 27'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya. Dewleta TC a dagirker bi rêya medya xwe ya şerê taybet derew kir ku di operasyonê de ji gerîla şehadet çêbûye. Di operasyonê de windahiyeke me nîne.

4. 21'ê Tîrmehê saet 00:30'î, hêzên me li dijî bendeke kontrolê ya li nêzî gundê Kijilnehîzê yê navçeya Licê ya Amedê çalakiyek kirin. Ji nêz ve li benda kontrolê hate reşandin û bulûbe bi temamî rûxiya. Bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Aram ku di çalakiyê de bi canbexşane li dijî hêzên dijmin şer kir û bi giranî birîndar bû, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeay xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe û ên birîndar bi gelek wesayitên zirxî ji herêmê rakir. Nasnameya hevalê me yê şehîd bû, piştî ku hate zelalkirin wê bên eşkerekirin.

5. 18'ê Hezîrana 2018'an saet 00:30'î artêşa TC a dagirker li derdora gundê Bektaş ê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li qada operasyonê barand. Ji ber bomberdûmanê hevrêyên me Koçer û Roger şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Koçer Çiya

Nav paşnav: Firat Taşçi

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Fatma-Abdulbakî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018 / Amed

 

Koçer – Fırat Taşçı

Nasnav: Roger

Nav paşnav: Feytûllah Ecer

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Edna-Fevzî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018 / Amed

Roger – Feytullah Ecer

6. 25'ê Tîrmehê, qereqolên artêşa TC a dagirker ên li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê û kontrayên li herêmê bombe li herêmê barandin û li qada daristanî şewat derxistin. Şewata li daristanên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn hîn dewam dike.

7. 27'ê Tîrmehê saet navbera 14:30 û 15:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Şehîd Nûda yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hevalên me nehatiye.

 

29’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê