HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li hêzên dagirker ên artêşa Tirk xistine.

 22'ê Hezîranê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerênj li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 15:50'î, careke din li dagirkeriyên li ser girê Xeregolê xistin. Di çalakiyê de 8 çeperên dijmin ên li ser gir hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 8 leşkerên dijmin hatin kuştin.

2. 19'ê Hezîranê saet 15:00 hêzên me li cihekî navbera Çemêhenî û Devalan ên navçeya Hênê ya Çewlikê li dijî wesayiteke ku tîmên jendermeyan ên îstîxbaratê tê de bûn çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 4 tîmên îstîxbaratê birîndar bûn ku birîndar 2 ji wan giran e. Hêzên dagirker piştî çalakiyê dest bi operasyonê kirin. Operasyon 22'ê Hezîranê bi rengekî bê encam qediya.

3. 21'ê Hezîranê artêşa TC li qada Katir Gullerî ya li navçeya Kemah a Erzîganê dest bi operasyonê kir. Operasyon hîn dewam dike.

 

25’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê