Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 18'ê Sibatê saet 09:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek pêk anîn.
Bi derbên xurt ên hêzên me, 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.
2. 5'ê Sibatê artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê dest bi operasyonê kir. Hêzên me roja 6'ê Sibatê li leşkerên derketin operasyonê dan. Bi derbên ji nêz ve hatin lêdan, 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Operasyon roja 10'ê Sibatê bi rengekî bê encam qediya.
3. 17'ê Sibatê saet 19:30'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundê Bêreşe yê herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."
19'ê Sibatê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG