HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Ji çapemenî û raya gîştî re!

Di pevçûnên navbera rojên 23 – 25’ê Tebaxê yên li hember artêşa Tirk de rû dane û di çalakiyên hatine lidarxistin de herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên me me di nava du rojan de li gelek navenda çalakî li hemberî leşkerên Tirk li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 4 leşker hatine kuştin. Di hejmara mirî û birîndaran ên di rêze çalakiyeke li hemberî artêşa Tirk hat lidarxistin de jî nehatiye zelalkirin.

LI ŞEMZÎNAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 24’ê Tebaxê li derdora saet 06:30’an de gerîlayên me çalakiyeke sabotajê li hemberî wesayîtên zirxî yên ji Tûgaya Şemzînan diçûn Alaya Garê li dar xistine. Di çalakiya ku wesayîteke zirxî bi temamî hat îmhakirin û ya din jî hat derbkirin de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

‘LI OREMARÊ TANKEK HAT DERBKIRIN’

Gerîlayên me duh saet li derdora 14:00’an de çalakiyek li hemberî girekî girêdayî qereqola Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistine û di vê çalakiyê de tankek bi awayê bi bandor hatiye derbkirin. Di çalakiya ku tank hatiye derbkirin li çeperê jî şewat derketiye û leşkerên ku li pêşiya tankê kom bûne jî bi çekên giran hatine hedefgirtin. Windahiyên artêşa Tirk ên vê çalakiyê jî nehatiye zelalkirin.

LI HEFTENÎNÊ ÇALAKÎ

Roja 23’ê Tebaxê gerîlayên me çalakiyek li hemberî kûleya qereqola Tepê Şivan a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li dar xistine. Gerîlayen me kuleya ku 5 leşker têde hene bi çekên giran xistine, li hemberî vê çalakiyê jî artêşa Tirk gelek leşker danîne cihê bûyerê. Hejmara mirî û birîndarên di kûleyê de nehatine zelalkirin.

LI HEMBER QEREQOLA ŞKÊR ÇALAKÎ

Gerîlayên me duh di saet 14:00’an de qereqola Şkêr a li ser xeta sînor a herêma Zapê bi çekên giran û ferdî hedef girtine. Piştî çalakiyê qereqolê herêmên Latê Kewa û Teoê Kovî bi obus û hewanan bombebaran kiriye.

LI ŞAXÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 24’ê Tebaxê di saet 10:00’an de gerîlayên me çalakiyek li hemberî qereqola Girêsor a girêdayî navçeya Şax a Wanê li dar xistine. Gerîlayen me leşkerên li pêşiya qereqolê û yên li di çeperê de li ser çeka A-4 hedef girtine. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBERÎ ÇAVKANIYA AVÊ YA SANTRALA TERMÎK

Gerîlayen me çalakiya sabotajê li hemberî boriya çavkaniya avê ya Santrala Termîk a li bajaroka Bêspin a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê li dar xistine. Piştî çalakiyê xebata li santralê sekiniye û artêşa Tirk li herêmê operasyonek demkurt li dar xistin.

XETA ELEKTRÎKÊ HATIYE HEDEFGIRTIN

Roja 24’ê Tebaxê di saet 20:30’an de gerîlayen me çalakiyek li hemberî xetên elektrîkê ya li Sada ya girêdayî Mehsertê ya Mêrdînê û ya li gundê Cibilgirab a girêdayî navçeya Nisêbînê li dar xistine û her du xetên elektrîkê xera kirin.

ÎSTASYONA BAZÊ HAT HEDEFGIRTIN

Roja 24’ê Tebaxê di saetên şevê de gerîlayen me  îstasyonên bazê yên Vodafonê û Turkcellê ya di navbera gundên Kanî Spî û Zivir ên girêdayî navçeya Dep a Elezîzê hedef girtine û îmha kirin.

LI QAMÛŞANÊ XETA BORIYÊ YA GAZA XWEZAYÎ HAT TEQANDIN

çalakiya ku duh şev li hemberî xeta boriyê ya gaza xwezayî ya li zozana navçeya Qamûşan a  Qersê de ji aliye gerîlayen meve hatîye kirin. Sewata di xeta boriyê de piştî çalakiyê du saetan jî dewam kiriye.

PIRA DI NAVBERA EBEX Û BÊGIRIYÊ DE HAT ÎMHAKIRIN

Gerîlayên me di saetên vê sibê de çalakiyek sabotajê li hemberî pireke li ser rêya di navbera navçeya Ebex a Wanê û Bazîda Agiriyê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 4 şerîdên pirê hatin rûxandin. Li ve herêmê serweriya gerîlayen me  didome.Rêyên di navbera qereqolên Dêrsim – Pulûr, Dêrsim – Erzincan, Colemêrg – Çelê, Gever – Oremar, Gever – Geliyê Doskî, Mergezere – Şitaza û Mergezere – Oremarê de di bin kontrola gerîlayên wan de ye.

WESAYÎTA TEDAŞ’Ê HAT ÎMHAKIRIN

Gerîlayên me duh di saet 13:00’an de li navçeya Selîm a Qersê wesayîteke TEDAŞ’ê sekinandin û 7 telefona wezîfedaran û wesayît  îmhakirin.

LI PILEMURIYEYÊ TEVGERA BALAFIRÊN ŞER

Di  24’ê Tebaxê de saet di navbera 20:30 – 21:30’an de li ser herêma Geliyê Harçik ên girêdayî navenda navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê tevgera balafirên şer rû daye.

25 Tebax 2015
Navenda Çapemenî  û Ragihandina HPG