Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 15'ê Tebaxê saet 15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û konên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Di çalakiyê de 2 çeperên dijmin hatin rûxandin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
2. Sibeha 14'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker bi desteka teknîkê li herêma Xaçalî ya navenda Dersimê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Piştî bomberdûmanê hêzên dagirker saet 14:30'î bi helîkopterên Skorsky xwe li herêmê danîn. Û di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar rû da. Şer heta roja 15'ê Tebaxê dewam kir û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker heman rojê bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra xwe ji herêmê vekişand. Agahiyên li ser operasyonê her ku bi dest bikevin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
3. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 13'ê Tebaxê bombe li quntarê Kanî Babilê û Heft Tebaxê yên herêma Garê, 14'ê Tebaxê jî li quntarê Tepê Kûn ê herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Şewata ku ji ber bomberdûmanê li herêmê derket hîn venemiriye.
16’ê Tebaxê 2018
Navenda Rahihandinê ya Çapemeniya HPG’ê