Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
1. Bi çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me 31’ê Tebaxê nîvro li Colemêrg Geverê, di navbeyna qereqola Xirvatê û Meydan Belekê de, dema ku wesayiteke leşkerî dibihurî çalakiyeke sabotajê kirine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Piştî çalakiyê berêvarkî dema ku yekîneyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker ber bi cihê bûyerê ve hatî, li dijî wê jî çalakiyeke dî ya sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebû.
Heman rojê saet 09.10’an hêzên me bi çarçoveya pêngava şoreşger li Geverê, li qada Çarçela li dijî leşkerên ku li girê Meclîsê bi cih bûbûn çalakiyeke suîkastê (sekvanî) hatiye kirin û leşkerek hatiye kuştin.
2. 29’ê Tebaxê saet 12.30’an li Colemêrg Geverê, li gundê Hêrinkê kesên bi navê Xwînrêj (Îsa Aşkan) û Firat (Fojdan Karker) teslîmî hêzên dijmin bûne.
3. 22’yê Tebaxê saet 12.30’an artêşa TC’ê ya dagirker li qada Tirşinê ya Payizava ya Wanê operasyonek da destpêkirin. Hêzên dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrên tîpê kobra qad bombe kirine û piştî bombekirinê helîkoptêrên skorskyê leşker li qadê danîne. Piştî ku leşker hatine danîn, di navbeyna hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, hevalên me Dijwar û Rûken ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin, şehîd bûn.
Agahiya nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Dijwar Colemêrg Nav û Paşnav: Yilmaz Aşan Cihê Jidayikbûnê: Mersîn Navê Dayik - Bav: Caziye - Omer Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an
|
Dıjwar – Yılmaz Aşan
Nasnav: Rûken Faraşîn Nav û Paşnav: Nîharî Yacan Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Hezni - Omer Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an
|
Ruken – Nihari Yacan
4. Artêşa TC’ê ya dagirker 24’ê Tebaxê berêvarkî li Şirnex Bêşebabê, li qada Faraşîn, li qadên Çalyan û Tirşînê ya Payizava ya Wanê û li qada Geliyê Lêvinê ya Colemêrgê operasyon dane destpêkirin. Operasyon hê jî berdewam in.
5. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî birine ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoveyê balafirên şer 31’ê Tebaxê di navbeyna saet 13.00 û 14.00’an de li herêma Zapê gundên Saca û Rençber Aga, girê Nekîp ê qada Xakûrkê bombe kirine.
Heman rojê saet 16.30’an balafirên şer derdora gundê Zawitê ya Duhokê û qada Geliyê Qiyametê bombe kirin. Ji ber bombeyan şewat li bax û baxçeyên gel derket û şewat hê jî didome.
1’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê