Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê cotmehê de operasyona ku Artêşa TC’ê li navçeya Çewlikê Dara Hênê li dijî Dallitepe, Akpîm, Kalyam û Warê Sîrvan dabû destpêkirin, di 23’ê cotmehê de bi alikariya helîkopterên kobra beşek hêzê xwe paş de zîvirandiye. Herweha hîn jî li eraziyê bi armanca keşf û kemîn avêtinê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê hene.
2. Di 22’ê cotmehê de di navbera saet 10.00-13.00’ande û di navbera saet 23.00-01.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dolên Aş, Alaniş û Şehîd Viyan, Girên Konferans, Heliz, Partîzan û Sîser ku bi ser Heftenînê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de gundiyek birîndar bûye.
23 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG