Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê tebaxê de saet di navbera 07:00 – 20:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember gundên Bazê Jêr, Bazê Jor, Alan Tût û Tobê û li hember gundê Bedewê ku girêdayî Şemzînanê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar ketiye û di encama van êrîşan de li gundê Bazê Jêr şewateke ku hê jî didome derketiye.
2. Di 17’ê tebaxê de danê sibehî saet di navbera 04:00 – 05:00’an de eydî artêşa TC’ê firokeyên kobra qada Pasûtanê ku girêdayî Colemêrgê ye bombebarîn kirine. Piştî bombebarînan kobrayan, bi daketinên firokeyên skorsky operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi teqwiyeya leşkeran hetanî 19’ê tebaxê berdewam kiriye û bi hiştina yekîneyên qontra li qadê operasyon bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 26’ê tîrmehê de li Eyaleta Erziromê gerîlayên me yên bi navê Rodî (Metîn Îgne) û Elî (Mûrad Îrîkmen) di encama qezayekê de gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
Rodî Bîngol Metîn Îgne 1979 / Karliova - Çewlik 2005 Baran Mîrbey 26 Tîrmeh 2009 / Erzirom |
|
Elî Mûrad Îrîkmen 1972 / Karliova - Çewlik 2009 Kiymet Hûseyîn 26 Tîrmeh 2009 / Erzirom |
4. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê û Fermandariya Eyaleta Erziromê ya HPG’ê bi peyamekê hevalê Rodî û Elî bibîranî û da zanîn ku rêheval Rodî û Elî ku ji nirxên ku tevgera me ya azadiyê bi kedeke mezin û bi têkoşîneke mezin afirandiye bandor bûne û ji bona ku li sehaya bakur hesret û keda gelê me ya afirandina civakeke demokratîk pêşengî bikin û ji bona bidestxistina van mafan, bi têkoşîna ku dane bûne temînat û xwe gihandine bêmiriniyê. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê û Fermandariya Eyaleta Erziromê di şexsê malbatên hevalên şehîd Îgne û Îrîkmen de ku bi bêtaliheyeke mezin gihîştine şehadetê, ji gelê kurd re sersaxî xwestin û hate diyarkirinê ku wê ev rêhevalên me ku di têkoşîna fedayî ya di riya demokrasî, wekhevî û azadiyê de xwe gihandine qonaxa rûmetiyê, di şopa wan de bi biryarî bê meşandin.
20 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê