Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 6'ê Gulanê de saet di navbera 00.00 û 01.00 de, li herêma Oremarê ya ser bi navçeya Colemêrg Geverê, artêşa Tirk li dijî qada Şehîd Gafûr bi obus û topên hewanê êriş kiriye.
2. Di roja 5'ê Gulanê de saet di navbera 16.30 û 17.00'an de, li dijî herêma Oremarê ya ser bi Zağrosê, li hemberî gerîlayên me yên di rewşa agirbestê de ne ji aliyê artêşa dagirker a Tirk êrişek bi hewan û obusan pêk hatiye. li dû bombebaranê, gerîlayên me jî bi heman rengî bersiv dane artêşa dagirker a Tirk.
3. Di roja 4'ê Gulanê de li herêma Gerdiya ava Hacibegê ya ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê, ji aliyê arteşa dagirker a Tirk operasyonek hatiye li darxistin. leşkerên dema dixwestin pêşiya gondiyan dixwestin ava Hecibegê derbasbikin wesayetek leşkeri dikevê nava ava Hecibegê de, di encamê de çawişekî pispor li ber ava Hacibegê ketiye û wenda bûye. operasyona li herêmê hînê dewam dike.
6 Gulan 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê