Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me êvara 15'ê Gulanê saet 19:20'î li dijî hêzên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya ewlekariyê ya navbera qereqola Tesê û girê Heftkanî dixebitîn, çalakiyek kirin.
Di vê çalakiyê de derbên giran li leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerê mirî û birîndr nehate tespîtkirin.
Şeva heman rojê saet 23:00, hêzên me di çarçoveya pêngavê de li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder, li nêzî taxa Şapatan a Şemzînanê çalakiyek kirin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 16'ê Gulanê saet 13:30'î li dijî qereqola Dereova ya li navçeya Qisle ya Dersimê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
17’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê