Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 28'ê Nîsanê saet 15:50'î li herêma navbera girên Bêspin û Çelê Xwişk û Bira yên çiyayê Cûdî li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin.
Di vê çalakiyê de ku derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombe kir. Piştre bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."
2. 27'ê Nîsanê saet 15:30'î balafirên şer bombe li qada Xantûr a herêma Heftanînê û qada Yekmalê ya herêma Metînayê barandin.
Balafirên şer 28'ê Nîsanê saet 16:30'î bombe li qada Deşta Nehlê ya herêma Gabarê, qada Mervanos a herêma Avaşînê û qadên Goşine û Berbizina yên herêma Xakurkê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat. Lê belê li herêma Xakurkê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 2 sivîlên bi navê Reşîd Miroyî û Taxir Tazevard ji aliyê artêşa TC a mêtinger faşîst ve hatin qetilkirin. Artêşa Tirk a dagirker di vê êrişê de bi zanebûn sivîl kir hedef û 2 welatiyên meyên sivîl qetil kir. Em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên sivîl ên hatin qetilkirin û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
29'ê Nîsanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê