Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê îlonê de di navbera saet 16.00-17.00’ande li Gabzo, Baxir, Şehîd Cîhad, Şehîd Hesen û Sîrkût ku di sêgoşeya navçeya Dersim Pulurê û navçeyên Çewlikê Çêrmê û Kixi yê ye ji aliyê helikopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
2. Di 2’ê îlonê de di navbera saet 10.00-11.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertûş ku girêdayî Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde şewata li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
3. Di 2’ê îlonê de di navbera saet 14.00-16.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Havanê û quntarên Petrotê ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 1’ê îlonê de di saetên serê sibê li Mûşê li dijî Golik û Goma Nado ku bi ser Gimgimê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna maşînên sivîl û leşkerî operasyonek hatiye lidarxistin. Opoerasyon di saetê êvarî de bêencam paşde vekişiya ye.
5. Di 1’ê îlonê de di saet 18.15’ande li nêzî navçeya Agirî ye Giyadînê li dijî Girê Dêm û Gordê (Boztepe) ku bi ser Tendurekê ye di navbera leşkerê derketibû operasyonê û gerîlayê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hevalê me yê bi navê Bawer Mûş (Fesih Ozkurt), Brusk Ezman (Ahmet Salih Yildirim) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Nasname ya gerîla yê me yên şehîd ketine;
Navê kod: Brusk Rizgarî |
Navê kod: Bawer Mûş |
3 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG