HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22’ê Tîrmehê de di saet 11.30’an de li Navenda Dersimê li dijî leşkerên Qereqola Çîçeklî ji aliyê gerîla yê me pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna hatiye jiyandin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, lê hejmara birîndara ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûna hatiye jiyandin ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Helasor, Mezra Ber, Arman, Goma Hecî, Kurê Spî û Dereboyû bi piştgiriya helîkopterên kobra bi skorskyan bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di 23’ê Tîrmehê de bi piştgiriya helîkopterên kobra beşek hêza xwe paş de zîvirandiye. Operasyona li herêmê hÎn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.

2. Di 23’ê Tîrmehê de di saet 23.00’an de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê, di navbera Gundê Terê û Qereqola Terê de li dijî yekîneyeke dijmin a li dijî gelê me û gerîla hewldanên kontra dimeşandin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 2 astsubay û çawuşeke pispor, bi giştî 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê hatiye kuştin. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin li herêmê ji aliyê Artêşa TC’ê di navbeara Mahsertê û Nisêbînê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 24’ê Tîrmehê de ji saet 18.30’an de heta 25’ê Tîrmehê saet 02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Paleyên Şehîd Ahmet û Kevirê Spî ku bi ser Xakurkê ve ne, Gundê Kolît û derdora wê, Berbizina, Berdesor, Berdereş, Kelaşîn, Geliyê Lolan û Kanîqrêjê ku bi ser Xinêrê ve ne ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de 2 gundî hatie kuştin, 12 gundî jî birîndar bûye. Di encama bombebarênê de herweha maşîneke gundiyan şewitiye, gelek sewalên gundiyan telef bûye û cîhên gundiyan zirar dîtiye. Şewata ji ber êrîşan destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

25 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê