HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Dewleta TC a ku hişyariyên gêrîlayên me berçav negrit, çêkirina qereqolan didomîne. Ji ber vê sedemê gêrîlayên me di 16'ê Gulanê de li hemberî qereqola li navçeya Ovacik ya Dêrsimê çêkirina wê berdewamdike û tevgera zêde ya artêşa Tirk li derdora qereqola Tulûkê, çalakiyek ya hişyariyê li darxistiye. di 16’ê Gulanê, demjimêr 08:00’an de gêrîliyên me li hemberî qereqola çêkirina wê berdewam û leşkerên ewlekariya wê digrin çalakiyek li darxistin. Çengek din jî yê çalakiyê li hemberî wesayîtên bi zirx pêkhat. hedefên li vir bi awayekî bandorker hatine roxandin û pevçûnên demkurt hatine jiyîn. Dîsa, mewziyên leşkeran jî hatine hedef girtin û bi awayekî bandorker darbe xwarine. Piştî tevgera balefiran ya ji demjimêr 08:25’ê ve, helîkopterên kobra yên artêşa Tirk jî hatin herêma çalakiyê. di çalakiyê de artêşa Tirk kuştî û birîndar jî dane, lê belê jimar nehatiye zelalkirin.

hîn jî li herêma çalakiyê û Ovacikê keşfa bi balefirên bê mirov berdewame.

17 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê