Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29’ê Tebaxê de di navbera navenda Dersim û navçeya Pulur’ê li dijî herêmên Haçelî, Neqeba Rengul, Nenikan, Karataş, paleyên Sincik û Zeynikan bi daxistina ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di çarçoveya opersyonê de ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li Haçelî û Zeynikanê hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê keşf û kemînan berdewam dike.
1 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê